تبليغاتX
kurdên xorasanê

kurdên xorasanê

Konferansa Kurdolojiyê ya Navneteweyî


KONFERANSA KURDOLOJIYÊ (25-30 gulan 2011)

ZANÎNGEHA HEKARIYÊ

BERNAME - PROGRAM

25 gulan (mayis) 2011, çarşem (çarşamba)

15:00

Vebûn û pêşwaziya mêvanan (Açiliş ve misafirlerin karşilanmasi)

Danasîna bernameya Konferansa Kurdolojiyê (Konferans programinin tanitimi)

Dengbêj : Mahmûd Kizil


ادامه مطلب
نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2011/5/21 ساعت 11:55 PM | لینک ثابت |

Kirmancî (Zazayî) û Xorasan

Kirmancê (zazayê) corî, yanî ê elewî, vanê ma Xorasan ra ameyîme

Ê ke wina vanê, fekê tirkperestan hema reseno peyê goşan

Vanê, haa, xora ma zî vatîbî ke ma pêro Asyaya Mîyanêne ra ameyê, ma tirk ê. Ma vatîbî ke şima tirkê xasa-xas ê

Qey wina fek reseno peyê goşan

Gama ke merdim xerîte gêno xo ver, cayêk de rastê Xorasanî yeno: Mabeynê Îran û Tirkmenîstanî de eyaletêkê Îranî ya Xorasan


ادامه مطلب
نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2011/3/28 ساعت 2:27 PM | لینک ثابت |

Gelo ji bo çi pîra Xorasanê xwe ji zincîrê bi dûr nexist

(Wêne û şîrove)

AVESTA – Temena wê 78 sal e, ew ji eşîrên ku ku li bakurê Xorasanê bi cîh dibin, fotografgerê pîra xorasanê çîroka kişandina fotografê şîrove dike.

Di sala bihûrî de AVESTA di derabarê kurdên Xorasanê de dosyeyek weşandibû, di wê dosyeyê de fotografek gelek balkêş hatibû weşandin. Fermo çîroka vê fotografê bixwînin.

Horizon: Min plan kiribu ku ez çend dîmenan ji Tabran (bajareke dîrokî li Xorasanê) re bikşînim, lê berî her tiştî ez çûm serdana wê.

Ew pîr gellek dilovan û xwîn şîrîn bû, gava min fotografek jê re kişand ji min pirskir: Ji bo çi tu dîmena min dikşînî?

Horizon: Ka bêje ez ê li ku pîrek ewqas delal wek te bibînim ta ku fotografa wê bikşînim.

Pîrê: Gelo tuyê bi fotografa min çibkî?

Horizon: Ez ê li salona mala xwe daliqînim.

Ew bi awayekî ecêb li min dinihêrî çawa ku ez fotografa wê dikşînim, bi xwe re diaxifî, tekez dikim ku di dilê xwe de digot ku ez wek yek ji wan turîstên dîn û gêj yên ku kişandina fotografa wê weke tişteke “nazik” dibînin.

Niha di vê emrî de tev gellek pirsgirêkên fîzîkî, pîra Xorasanê yek ji wan kesên bêkes ku nayên jimartin ku mecbur dimînin ku destê xwe ji xelkê re vegrin.

Kesek li wan nanire, tu kes alîkariya wan nake, kes nizane ku ew hene an jî tun ne. Diyar e ku ew bi temamî hatine jibîr kirin. Ew xelkên zemîna jibîrkirî ne.

Têbînî ji fotografger: Ew nexwest ku cihê xwe biguherîne, ji ber vê yekê zincîr di fotograf de cihê xwe girtibû, ev tişt ne bi dilê min bû.

Amadekirin: Zinar Ala


نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/8/6 ساعت 4:23 PM | لینک ثابت |

Semînerek li ser kurdên Xoresanê pêkhat

 

Li Londonê:
Semînerek li ser kurdên Xoresanê pêkhat

Roja şemiya çûyî 31/05/2009 li KOMKAR-Londonê konferansek li ser Kurdên Xorasanê pêkhat. Dr. Afrasîab Shekofteh (Kawa Xoresanî) li ser dîrok, çand, ziman, erdnîgarî û stranên Kurdên Xoresanê axaftineke têrzan pêşkêşî guhdaran kir.

Dr.Afrasîab Shekofteh di dawiya konferansê û axaftina xwe de, ji rêvebirê navenda Komkar´ê Azad Ayyildirim û hemû xebatkarên Komkarê re sipas kir û got; ”Birastî navenda Komkar ji bo Kurd û Kurdayetî xebateke hêja dike. Hemû karmendên Komkar`ê li konfiransa Kurdên Xorasanê amade bûn û pir zehmet kişandin, ez ji wan ra xêr û xweşiyê û serkeftinê hêvî dikim.”

Civîna ku saetan dom kir ji alî guhdaran ve bi baldariyeke mezin hat guhdarî kirin. Birêz Kawa Xoresanî ji guhdaran gelek pirs wergirt û yek bi yek bersivand.  Kawa Xoresanî û guhdarên ji di encamë de razîbûna xwe nîşandan


نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/8/6 ساعت 4:18 PM | لینک ثابت |

Ceferqulî

Ceferqulî yek ji mezintirîn helbestvanênkurdên Xorasanê  (Xuristanê) bû. Civaka Kurd ya vê herêmê ji aliyê sê şahên Farisan ve di navbera sedsalên 16an û18an de ji Kurdistanê hatibû sirgûnkirin. Eger berê nav û dengê Ceferqulî tenê di nav gel de bela bûbû, niha zanyarên Rojhilat û Îranê lêkolînan li ser newşekeriya wî diweşînin.


ادامه مطلب
نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/7/4 ساعت 11:53 PM | لینک ثابت |

Konferansa Wêjeyê û Kurdên Xorasanê

 

Konferansa Wêjeyê û Kurdên Xorasanê

 


Azad Zal

azadzal@hotmail.com

 

 

 

Li rojhilatê Kurdistanê Sinê li zanîngeha Kurdistanê rojên 5 û 6’ê gulanê Konferansa Wêjeya Kurdî ya Navneteweyî hat lidarxistin.

 

Li rojhilatê Kurdistanê Sinê li zanîngeha Kurdistanê rojên 5 û 6’ê gulanê Konferansa Wêjeya Kurdî ya Navneteweyî hat lidarxistin. Ji bo ku gotarên xwe pêşkêş bikin ez û Samî Tan û çend akademîsyenên din ji bakûrê Kurdistanê beşdar bûn.
Sekreterê organîzasyona konferansê Najmoddin Jabbarî em vexwendibûn Kurdistanê bajarê Sinê.
Konferans du roj dewam kir. 42 gotarên curbecur mijarên wêjeyî hatin pêşkêşkirin. Li du salonên zanîngeha Kurdistanê yên bi navê Mewlewî û Firdewsî konferans dewam kir. Ji her aliyên Kurdistanê û ji gelek ciyên dinyayê beşdar hatibûn.
Çend beşdar hebûn ji bo min gelek balkêş bûn. Ji Xorasanê bûn ev mêvan. Bi kurmanciya me diaxivîn, tu cudahiyek di navbera axaftina me û wan de tune bû. Em ji Amedê ew ji Xorasanê…
Dema ku em bi hev re axivîn tiştên gelek balkêş gotin. Pêwendiya bi kurdên Xorasanê re em hestiyar kirin, em kêfxweş kirin. Lê dema ku sohbeta me kûr bû em êşiyan, em giriyan û em xemgîn bûn.
Li Xorasanê nêzî milyon û nîvek Kurd hene, li wê derê digel nahiye û navçeyan 14 şaredarî hene. Ji van çarde şaridariyan 11 şaredarî yên kurdan e, şaredar kurd in û bi kurdîniya xwe hene û li hêviya pêwendiyan in.
Çarsed sal berî niha ji bakûrê Kurdistanê kurdan koçber dikin û ji çiya û zozanên bilind û xweş dûr dikevin. Bi şev û rojan, bi zor û zehmetî wan koçî Xorasanê dikin. Bi şev digihîjin Xorasanê, dibe serê sibê dema ku dinya dibe ronahî li der û dorên xwe mêze dikin ku ev der ne welatê wan e. Û ev rêz ji devê dayikek der tê:
 
“Van çiyayan yên me nîn in
Merxên çiyayên me hêşîn in
Kewên wî rind dixwînin”

Ji devê yeka din bi hesret û keser “sêrêz”eke din dertê(*):
Welatê me Erzerom e
Bi çiya û gul û tum e
Heft salan in ez jê dûr im”

Xerîbî dibe çarenûsa wan û bi “sêrêz”eke din bi histrên çavên wan re dadikevin xware:

“Ez qerîbê vî yurda me
Girifdarê vî derda me
Ne kuştime ne berda me”

Ev helbest wekî hest û bendewariya gelê Kurd ên li Xorasanê ji nava dilê wan ji çarsed salan vir ve ye dinisile, diwerive û dirijê ser axa xerîbiyê.
Li vê konferansê ev nisilî û dawerivî nava dilê me jî. Û hesret û keserên xwe anîn li me parve kirin. Helbestvan û ozanvanên her demê yên Xorasanê van derd û kulan her anîne ziman û îro bi hewara wan de hêviya mezin hatiye. Hêviya hemû kurdan ji bo wan jî bûye hêvî û bendewarî.
Îsmaîl Hesenpur helbestvanekî Xorasanê bû û yê ku derd û kulên Xorasanê li me parve dikir bû. Ew jî her bi derd û kul bû û ji nava dilê wî rêzbend dirijiyan salona rûniştinê ya Mêvanxaneya Cihangerdiyê.

“Baran bibar tînî tînî
Tu mepirse ku em kî ne
Em gul in bê xwedî ne”
ya jî;

“Çere (çawa) bûne çiyayên reş
Va sînoran li arê (navbera) me
Dilê we kurdan birîn bûye
Li vir bi şîn (matem) in warê me”
Hêvî û bendewarê welatê xwe, dildarê rizgariya hêviya welatê xwe ne.
(*) Sêrêz; li Xorasanê tewrekî hozanên gelêrî ne.


http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1513&yazar=59


نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/6/22 ساعت 12:25 PM | لینک ثابت |

؟ Tevehodî Kî ye

 

 

Li Îraê bi taybet li Xorasanê, dema ku navê kelîmolah Tevehodî (kanîmal) tê ser zimên, her kes

peyv û weşeyên kurd, kurmanc tîne bîra xwe

Ev bîranîna jî bê cîh nîne. Kanîmal kurdê kurmancê Xorasanê ye. Ew di sala (......) li gundê Oxaz ser bajarê (.......)  ji dayîk bûye 

Piştî bi dawî anîna xwendina lîseyê, bûye endamê polîs, lê piştî demekê dev ji wî karî berda. Kanîmal biryar da ku nehêle ziman û çand, dîrok û rê û toreyên kurdên Xorasanê bi awayekî devkî bimîne û ji bîr biçe  


ادامه مطلب
نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/6/14 ساعت 1:27 AM | لینک ثابت |

Kurdên Xorasanê

 

Kurdên Xorasanê  

Kurd ko ji qomêne hind û evrûpayêne, ji lêkolîn û kûzêne kevin-nasiyê hatîye bêli kirin ko Kurd xwedîyê temedoneke mezin bûne û nîzik li 7000 sal berî niha li welat û çiyêne bilinde mizopotamiyayê dijîbûne. Li destpêkirina sedsala 16an miletê Kurd li navbeyna impiratûriya Osmanî û Îranê ya Şah Sefevî bûne. Zevî û xaka kurdan bûye dixweziya her du impiratûran. Sera çaldiranê li sala 1514ane zayinê çêbûye ko Osmaniyan şikeşt dane Sefeviyan û Kurdistan bûye du seqan. Parek çû ser impiratûriya Osmani û parek ji çû ser impiratûriya Îranê.


Xorasan ko ji paytexta Sefeviyan zor dûr bû, Ebdol-momin-xanê Ozbekî li êrîşa xweye çekdarî bi Xorasanê, pêşrevî kiriye û ta nîzikê Damqanê û Simnanê pêşveçûbûye. Li pêşreviya xwe, şehr û gond û dêhat vêyran dikirine û gelek mirov jî hatine koştin. Şah Ebas sefevî li gorî felsefa Ibn-î-Emîd ko gotibû tim pêwîste ko Kurdan bikene sipera belê, kete fikira şandina Kurdan bi welayeta Xorasanê li bakûra rojhilata Îranê. Balam Şah Ebas bi şandina Kurdan bi Xorasanê, bi tîrek du nîşan lêdixistin:


ادامه مطلب
نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/6/14 ساعت 1:17 AM | لینک ثابت |

Ronahiyek li ser kurdên Xorasanê

AVESTA – Ji bo ku em xwe nêzî kurdên Xorasanê bikin, me hinek agahî û gelek fotograf û vîdyo berhev kirine.

Mixabin ku di derbarê kurdên Xorasanê de mirov rastî gellek agahiyan nayê, di gera xwe de tenê rastî li du hevpeyvînan hatim û em ê bi riya van agahiyan xwendevanên xwe ji kurdên me yên ku li Xorasanê dijîn nêzîk bikin.

Di vîdyoya Muhsên Mîrzade, Mehbûbe Sûadtemend û Murad Hesenzade mirov dê nasbike ku çiqas kurdên Xorasanaê ji Kurdistanê nêzîk in.

Ji hevpeyvîna bi Şoreş Reşî re (Institutakurdi.com):

Bi kurtî mirov dikarê bibêje ku navê Xorasanê tê maneya cîhê rojê; ew yeka him jî alî xwezayî û dîrokî ve him jî ji alî olî ve bi rojê ve tekîldar e.


ادامه مطلب
نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/6/8 ساعت 1:17 AM | لینک ثابت |

| Pirtûka ”dîroka kurdên koçber”

Pirtûka ”dîroka kurdên koçber”

12 August, 2009 04:22:00
Decrease font Enlarge font
image

Ez, di dema xortbûnê de, salên berî 80 pê hisiyam ku Kurd li derveyî Kurdistanê, hejmarek mezin li Israîlê, komarên Soviyetê û aliyê Anatoliayê jî hene. Sedemên bicîhiştina Kurdistanê û rewşa wan ya îro ji awira parastina ziman û çanda xwe, ji min re bûbûn cihê pirsê.

Bajarê ez lê mezin bûm Nisêbînê, başûrê biçûk, yê mezin û bakurê welêt bi hev girê dide, anku li ser tixûbên hersê şaxên welêt ava bûye. Bazirganiya dewletên ereban û Turkiyê di ser Nisêbînê re, bi rêya kemyonan û barkirinê pêk tê.

Salên berî 80 î hetanî 90 î jî, hejmarek mezin ji şifêrên wan kemyonan ji aliyê Konyayê bûn. Bi rêya wan, li ser rewşa kurdên li Anatoliayê bûbûm xwedî zaniyar.

Li Nisêbînê hejmarek Kurdên Cuhû hebûn. Beşek ji wana barkir û li Israîlê bi cî bûn. Hebûna Kurdên Cuhû, anku Cuhûyên ji Kurdistanê li Israîlê bi rêya wan fêr bûbûm.

Piştî derketina derveyî welêt bû nesîb ku ez li ser herdu rehên me, Kurdên Anatoliayê û Kurdên Cûhû kûr bibim. Ew ji sedemên cewaz ji xaka welatî derketibûn. Lê îro, mîna duhî bi ziman û çanda Kurdî ve girêdayî ne. Ew jî mîna me hez ji welatê xwe dikin. Tiştên em pê dilxweş dibin, ew jî dibin, bi buyerên xemgînî re, xemgîn dibin û bi me re rondikan dibarînin.

Ji min re bû cihê kêfxweşiyê ye ku lêkolînek min li ser Kurdên Anatoliayê pêk hat. Lêkolîna min ”Dîroka Sirgonkirina Kurdan” ji awira rojnamevaniya lêkolînêrî ve di 1993 de xelata Mûsa Anter ya rojnamevaniyê girt. Heman lêkolîn bû pirtûk û ”Dîroka Sirgonkirina Kurdan, ji bo piştgiriya rojnameya Yeni Ulke yê hate belav kirin.

2008 an de, bi hejmarek ronakbîrên Kurd û Kurdên Cuhû re hevpeyvînên min di medîa kurdî de belav bûn. Di wan de cara ewil li ser têkiliyên Kurd û Cuhûwan rêya niqaşê hate vekirin. Helbet xebatên min yên destpêkê bûn. Paşê hejmarek pirtûk ji aliyê Kurdên Anatoliayê û hejmarek nivîskarên ji Kurdistanê belav bûn û wan xebatên pir hêja pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kirin.

Di vê nivîsê de ez ê hinekî ji nêz ve ji wan xebatan li ”Dîroka Kurdên Koçber 1-2” ê binêrim, li ser kur bibim.

Nivîskarên herdu pirtûkan Şoreş Reşî ye. Ez gelek ji ronakbîrên Kurd yên li Anatoliayê mezin bûne nas dikim. Yek ji wan jî lêkolînêr Reşî ye. Ew têra xwe zîrek e. Ez bûm şahidê xebata wî ya li ser herdu pirtûkan. Di dema amadekirina wan de, piralî dokument, pirtûk û nexşe berhev kirin. Werger û analîza wan bi mehan domand. Wî bê westan da pey şopa rehên Kurdên li Anatoliayê, gera wî dirêjî bajarên Kurdistanê û Xorasanê bû. Wî bi mirovan re axifî, wêne kişandin û ji rîsipiyên li jiyanê zaniyarî berhev kir. Bi metoda ”INTERVJUVA DEVKΔ ku li cîhanê populer e, û bi rêya şahidbûn û qisekirina kesan li ser bûyerên sedsala dawî zaniyariyên pir hêja bi dest xist. Herdu pirtûkên wî, pişta xwe didin gelek çavkaniyan.

Îdîayên nû tê de hene ku, dîroka fermî ya turkan dê serûbinî hev bike. Weke nimune di destpêka avabûna Osmaniyan de, êlên cewaz li Anatoliayê bi cî bûbûn. Yek ji wan jî ”Karakoyun” e. Li gorî dîroknasên turkan, Karakoyunî turknijad in. Turkan anîne wê rewşê ku nijada Karakoyunan bê niqaş turk hatiye pejirandin. Lê nivîskar Reşî ji çavkaniyekê derdikeve rê û dide pey şopa koka Karakoyunan. Paşê bi dokumentan ispat dike ku ew, ji koka ”Beraniyan” tên û bi eslê xwe Kurd in…

Pirtûka yekê bi giştî li ser dîroka Kurdistanê ye û hinek şaxên wê cî dide pirsa Kurdên koçberbûyî. Nivîskar li ser sirgonkirina kurdan di pirtûka duwê de kur dibe. Lêkolîna wî destpêka avabûna Imparatoriya Osmaniyan, heta dawî û hilweşandina imparatoriyê hemêz dike.

Pêşiyên Kurdên li Anatoliayê, bi eşîr û bavikan derdixîne holê. Li ser adet, tore, diyalekt û ola wan radiweste. Qirkirina Kurdan ji aliyê hêzên turk û farisan ji ber sedemên cewaz dem bi dem derdixîne holê. Paşê bi giranî li ser barkirin, koçberî anjî sirgonkirina wan kur dibe. Şaxên belavbûyî yên bavik û eşîran li Anatoliayê û Xorasanê bi wêne, dokument û nexşeyan dihêne ber çavan. Dîtina bi wan re dide mirovî. Li ser man û bicîhbûna wan li welatê xerîbiyê zaniyariyên nû û balkêş dide mirovî. Weke mîsal, nivîskar qala sîstema ”Derbend” ya Osmaniyan dike û di gel zaniyariya li ser sîstemê, bi axafitina qûrbanên sîstemê jî wêneyekî pir bi hêz dide xwendevanên xwe:

"Dewleta Osmanî ji bo ku Kurdên bi darê zorê dabû koçber kirin, li cihên şandî bimînin, wê demê sîstema korîcîtiyê yanê ”Teşkîlata Derbend” ava kir. Li cihên stratejîk qerekol ava kirin û nava wan jî , gelek caran bi leşkerên Kurdên girêdayî hikumetê tijî kir, ji bo ku Kurdên vedigerin welatê xwe re bibin asteng. Ji wana çend wiha ne: Di navbêra Riha û Bîrecîkê de Çarmelik, di navbêra Ayas û Berendî de Kurt-kulaxî, li navbêra Misis û Antakyayê de Baxras, Li Kirşehîrê Kesîk Kopri, Li Sêwasê Alaca Han û Hesen Çelebi ye.

Xalê Bavê min Heciyê Mamî Tozê (1903-1898) digot: Êla me dixwest dîsa vegere Kurdistanê, lê derbenda Kesîk kopruyê girtine û yên me nikarîbûne, bi vî awayî em parçe bûne…”

Di dawiya pirtûkê de, tevayên eşîr û bavikên hatine ajotin tê eşkerekirin. Reşî, li ser eşîr, bavikên ajotî zaniyariyên nû dide meriv. Hinek ji wan eşîran jî ev in:

Şadiyên Xorasanê, Reşî, Şêxbizinî, Canbeg, Badilî, Celikan…

Di gel aliyê zaniyariyê, nirxek din heye heye ku pirtûkê giranbuha dike: Bi Kurdî hatiye nivîsîn. Zimanê wê kêşer e. Xweş e. Peyvên biyanî ji gelek aliyan ve tên ronîkirin. Bi zimanek xurt û bilind hatiye nivîsîn. Di 330 rûpelên a-4 de qelîteya ziman herku diçe bilid dibe û kêşara wê mirov bi xwe girê dide.

Bê guman e ku, ji bo xwendinek hêsantir, bi kêşar û fêdetir pêwîst bû teknîka nivîsînê, rêzkirina tîp û nexşeyan jî pir baş plan bûba. Ji bo bi cîkirina nexşeyan, hilbijartin û cîhkirina rengên tîpan plana hatiye kirin, dikaribû pir baştir pêk bihata.

Kurt û kin, herdu pirtûk gelek rûpelên winda yên ji dîroka Kurdistanê ronî dike. Dîroka ajotina Kurdan mijarek giring e ku dê pêşerojê jî bibe cihê niqaşên piralî. Xebata Reşî ji gelek awiran ve dê bibe cihê niqaşê û sûdeyên piralî bighêjîne me. Pirtûk bi Kurdiyek xweş hatiye nivîsîn. Hilbijartina zimanê Kurdî ji bo berhemek dîrokî ji aliyê Kurdên li Sirgonê ve bi serê xwe ispatek mezin e ji bo girêdana wan bi zimanê Kurdî û xaka welatî. Her du pirtûk jî du kaniyên hêja ne û pêwîst e li ber destê mirov be.

Pir giring e ku em li dîroka xwe, ji awira dîroknasên xwe û ji paca wan temaşe bikin.

Herdu pirtûk di tebaxa 2008 an de di nav weşanên Instîtuya Kurdî li Stockholmê derketin. Hûn dikarin bi rêya kurdiskainstitutet@yahoo.se pirtûkan bixwazin.


نوشته شده توسط arya kêykanlo در 2010/6/8 ساعت 1:8 AM | لینک ثابت |

RSS

POWERED BY
BLOGFA.COM

کلیه ی حقوق مادی و معنوی وبلاگ qeribwelat محفوظ می باشد.
طراحی شده توسط یاس تم